Kobanê.. 9 zarok birîndar bûn

Kobanê.. 9 zarok birîndar bûn

Rojavanews :Li gundewarên bajarê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê di encama teqîna mayîneke çandî 9 zarok birîndar ketin .

Li gor zaniyariyên RojavaNews, ku duh 9 zarokên Kurd ku temên wan ji 8 ta 10 salî bûn li gundê Bûban yê gundewarên rojavayê Kobanê di encama teqîna mayîneke çandî birîndar ketin.

Li gorî heman jêderî ku ew birîndar hatin veguhestin bo bajarê Siroc yê bakûrê Kurdistan ta go birînê wan li wir were çareserkirin.

 Tê zanîn ku rêxistina DAIŞê berî ku ji bajarê Kobanê û gundewarên wê bên derxistin bi sedên mayînan li nav mal û zeviyên welatiyan çandine ku bûye sedem bi dehan welatî di nav wande jin û zarok hene rojane birîndar dibin û gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin û hîn ew kirîza teqîna mayînan berdewame bê ku tu çareseriyek pilankirî jêre bê danîn.

Nalîn Hesen

11:15:49