RojavaNews :Serokê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê Îbrahîm Biro ragihand ku, daxwazek navdewletî heye li ser derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Kurdistana Sûriyê û Emerîka bi şêweyeke cidî li ser derbasbûna Pêşmerage dixebite.
Biro di lêdwaneke taybet ji Rojava News re ragihand ku:” ew gotegotên li ser derbasbûna girupek Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistan tu rastiya wê nine, lê belê razîbûneke navdewletî heye ji bo mijara derbasbûna Pêşmergan û got ku Emerîka hewlên baş dike li ser peydakirina razîbûneke navdewletî ji bo derbasbûna Pêşmergeyên Rojava”.
Biro herweha da zanîn, ku wan di kongirê siyemîn yê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê de tekezî li ser derbasbûna Pêşmergeyên Rojava kirin.
Nalîn Hesen
