Rojava News:Beriya çend rojan, li bajarê Wetzlarê yê Almanyayê Yekemîn pêşangeh ji berhemên wênegirê Kurd, Mehmet Osman hate vekirin.
Pêşangeh bi amadebûna hejmarek mezin ji revenda kurdî û hin revendên din jî li Almanyayê herweha hejmarek baş ji welatiyên almanî hate vekirin.
Mehmet Osman 32 salî ye, xelkê gundê Xirba Alhyata ya bi ser bajarê Efrîn ya rojavayê Kurdistanê ye, di sala 2013e koçberî Almaiya bû û beşdarî gelek pêşangehên komî bûye û niha ew bi rengekî xwebexşane bûye werger ji penaberan re.
Nalîn Hesen
