Herdû birîndarê teqîna bermayiyên DAİŞê şehîd ketin

Herdû birîndarê teqîna bermayiyên DAİŞê şehîd ketin

Rojava News: Ji ber teqîna mayînekê li herêma Kobanî 2 welatiyên sivil ku birîndar bûbûn tevî hemû hewldanên  tenduristî jiyana xwe ji dest dan.

 

Li gor zanyariyê Rojava News welatiyên bi navê Mihemed Sofî bavê 12 zaroka û Ferhan Mustefa zawayê 2 rojan dohî  ji ber mayîna bermayiyê terorîstên DAİŞê  li gundê Cibnê ya rojavayê Kobanê teqiya,  birîndar bibûn, jiyana xwe ji dest dan.

 

Piştî bûyerê herdû ciwan rakiribûn nexweşxaneya Kobanê, lingê yekî ji wan jêbû, ji ber rewşa wan giran bû wan di deriyê sînor ê Kobanê re rakirin Bakurê Kurdistanê, li vir jî tevî hemû helwldanan jiyana xwe ji dest dan.

 

Herdû vegarindan gundê wa Cibnê da bispêrin axê.