Wezîrê Geşepêdanê yê Brîtanî serdana Kempa Kevregozik kir

Wezîrê Geşepêdanê yê Brîtanî serdana Kempa Kevregozik kir

 

Rojava News: Wezîrê  Geşepêdanê  yê Navneteweyan Brîtanî Desmond Swayne serdana herêma Kurdistanê û serdana Kampa Kevregozkê ya bi ser bajarê Hewlerê kir.

 

Midurê Encumena Kempa Kevregozik Mihemmed Liyanî di derbarê serdana Wezîrên geşepêdanê  yê navneteweyan Brîtanî Desmond Swayne û heyeta li gel wî daxuyand ku; “Wezîrên geşepêdanê  yê navneteweyan Brîtanî  li gel Qeymekamê navçeya Xebat,  lejneyek ji parezgeha Hewlêr, Birêvebirê Nahiya kevregozik, û berpirsê rêxirava MCR  ya Hewlerê serdana kempê kir ji bo rewşa penaberan ji nêzîk ve bişopînin.”

 

Mihemmed Liyanî ji Rojava News re got; Heyeta ku hate kempê li gel encumena kempê  û penaberê kempê cuda cuda rûnişt û li ser rewşê gotubêjek hate kirin.

 

Li gor zanyariyên ji Mehemed Liyanî hatine wergirtin;   Xelkê kempê di vê gotubêjê de behsa rewşa necîbecîkirina  pêdivîyên xorek,  pêdiviyên tenduristî û perwerdê kirin.  Bi teybet jî nebûna doktorê zarokan, doktorê Jinan û hemendemê jî doktorê teybet bi beşê tenduristî di aliyê dermankirin de levaziya derixê. Hemen demê başkişandin ser wê yekê kû ev pêdivî dibin sedem da penaber kempa bicîbihêlin û berê xwe bidin welatên Ewropî.

Wezîrên geşepêdanê  yê Brîtanî Desmond Swayne jî soza çareserkirina wan pirsgirêkan da  û hemendemê got; “Di demek nêzîk ji bo ku pêdiviyên penaberên kempa bêne çareserkirin vê hewl bidin.”

Sinem Bakir

 

10:52:16