Rojava News: Wezîrê Karên Derva yê Kantona Kobanê ya bi ser PYDê dibêje”Em li hemberî DAIŞê ji Pêşmerge alîkariyê digrin.”
Wezîrê Karên Dervaî yê Kantona Kobanê ya bi ser PYDê Îdrîs Nesan ji ajansa Sputnikê re axivî û diyar kir ku ew di tekoşîna li dijî DAIŞê de ji gelek welatan alîkarî xwestine û anî ziman ku ew têkoşîna Rusyayê ya li hemberî DAIŞê gelek girîng dibînin.
Herweha gotiye ”Me berê jî gotibû ku kî li Sûriyê li hember DAIŞê têkoşînê bike ji bo me gelek girîng e. Me ji bo têkoşîna li hemberî DAIŞê ji gelek welatî alîkarî xwest û em ji Rûsyayê jî dixwazin.”
Nesan diyar kir ku dewleta Sûriyê heta niha alîkarî nedaye Kurdan û wiha got: ”Kî bixwaze li hemberî DAIŞê têkoşînê bike em ji bo hevkariyê amadene.”
Nesan daxuyand ku hêzên koalîsyonê tenê ji hewayê piştgirî didin wan û got: ”Em ji pêşmerge alîkariyê digrin.”
Nesan axavtina xwe wiha dawî kir: ”Paytexta DAIŞê Reqqa ye. Li gelek cihê wek Deyrzor, Minbiç de DAIŞ bicih bûye. Divê li van cihên DAIŞê were lêdan.”
