RojavaNews :Endamê komîteya navendî ya Partiya Dîmokrata Kurdistan -Sûriye PDK-Sê Omer Koçerî di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka re got: "mafê dijberiya Sûrî heye ku li dijî vê destwerdanên Rûsyayê di Sûriyayê de raweste , ji ber ku tenê ji bo piştgiriya rêjîma Esed ye û ew ne ji bo şerê DAIŞê derbasî şerê Sûriye bûye".
Navborî lêzêde kir û got : "di vê dema dawî de gelek navça û bajar li Sûriyê ji destê rêjîmê derketine, ji ber wê Rûsiya û ji bo parastina berjewendiyên rêjîma Esed êrîşên esmanî li Sûriyê pêk anîn, û tê pêşbînîkirin ku di rojên bê de leşkerên Rûsî jî derbasî nav şerê Sûriyê bibe mîna leşkerên Huzbeallh Libnanî û Îran".
Herweha Koçerî diyar kir ku helwesta Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ENK-Sê jî vê destwerdana Rûsî ve, weku helwesta dejberiya Sûrî ye, lê hîn ti daxuyanî ji aliyê encumenê derbarî van destwerdanan derneketiya.
Nalîn Hesen
