Bi topbarana El Nusra li Şêxmeqsûd zarokek bû cangorî

Bi topbarana El Nusra li Şêxmeqsûd zarokek bû cangorî

Rojava News:  Endamên Rêxistina  terorîstî El-Nusra  taxa Şêxmeqsûd taxa Helebê  topbaran kirin di encamê wê de  zarokekî Kurd jiyana xwe ji destda 3 kesê din jî birîndarbûn.

 

Li gor zanyariyên gihane destê Rojava News:  Dohî li dedora 4ê piştî nîvro Rêxistina terorîstî El Nusrayê dest bi topbaraneke giran bi ser Şêxmeqsûd kir, û bêtirî xwe berê tope xwe dane male û ciyê welatiyên sivil.

 

Di encama Topbaranê de  zaroka bi nave Omar Musa jiyana xwe ji destda 3 kesêdin jî bi granî birîndarketin. Li taxê gelek mal û dikan jî wêranbûn, ku piranî nişteciyen deverê welatiyen Kurdin.

 

Hat zanîn birîndar rakirin nexweşxaneyê ji bo dermankirinê.

 

Sinem Bakir

10:58:40