Rojava News: Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi daxuyaniye kê kuştina têrorîstekî mezin ê Kurd ragihand.
Li gorî daxuyaniyek Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê; Doh 1 Cotmehê demjimêr 12 de têrorîstê mezin Aras Seîd ferec Mecîf Berzencî ku tê nasîn bi du navên din jî (Seed û Felah Kurdî). Bi alîkariya beşê Zaniyariyan di Asayişa Herêma Kurdistanê de, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî di êrîşek ezmanî de li ser bajarokê Hewîca li başûrê Kerkûkê ew têrorîst kirin armanc. Amaje bi wê jî kir: “Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike ku ew têrorîst di wê êrîşê de hatiye kuştin.”
Ev têrorîstê mezin berpirsê ragihandina wîlayeta Kerkûkê ya çekdarên DAIŞê bû, Wî pilana her 3 teqîneyên bajarê Hewlêrê danîbûn ku ew teqîne di (19.11.2014, 17.04.2015 û 24.08.2015) de li Hewlêrê rûdan. Herwiha wî bi xwe serperiştiya çend kiryarên têrorîstî di nav bajarê Kerkûkê de kiribû.
12:00:56
