Li Nisêbînê alozî şer û pevçun berdewame

Li Nisêbînê alozî şer û pevçun berdewame

Rojava News: Li Nîsêbînê doh bi şev di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokrat (YDGH) de pevçûnan rûda.

 

Li navçeya Nîsêbînê ya ser bi bajarê Mêrdînê doh bi şev di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Demokrat (YDGH) de pevçûnan rûda.

 

Li navçeya Nisêbînê piştî qedexeya derketina kolanan, hêzên ewlekariya Tirkiyê doh bi şev hejmarek zêde yê wesayitên zirxpoş şandine rêya Hevrêşim û ya Vêsikê û navçe dorpêç kirin. Li çar aliyên Nisêbînê ji demjimêr 22:30 ê şevê pêve dengê çekan hatine bihîstin.

 

Xelkê Nisêbînê jî bi lêdana quşxane û miqilkan dorpêça leşkerî û qedexeya derketina derve protesto kirin.

12:27:51