5:43:38 PM
RojavaNews : Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu diyar kir ku Rûsyayê li Hama û Humusê li sivîlan xistiye û Li Sûriyê her operasyona li dijî opozisyona Sûriyê wê Esed û DAIŞê xurt bike , û di heman demê de Serok wezîrê Rûsiyayê dibêje ku balafirên şer yên Rûsî li Sûriyê şerê terorê diken ji bo parastina welatiyên Rûsiya yê ji terorê .
Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu beşdarî bernameyekê televizyona Kanal 7 bû û destnîşan kir ku Rûsya li hemberî qirkirinên Esed bê deng ma.
Davutoglu diyar kir ku derbarê operasyonê de Rûsyayê Tirkiye agahdar kir û di hevdîtinên ku bi Rûsyayê re hatin kirin de operasyon hatin rojevê û got: “Em bi her kesî re xeberdidin. Li Sûriyeyê her operasyona li dijî opozisyona lîberal wê Esed û DAIŞê xurt bike. Di vê babetê de berpirsyariya civaka navneteweyî gelek e.”
Ji aliyê xwe ve serok wezîrê Rûsiyayê ragihand ku ev oporasyênên asîmanî li Sûriyê ji bo parastina xelkên Rûsiyayê ye.
Serok wezîrê Rûsiya yê Dîmêtrî Medfîdîf ji kenla Rûriya yê re ragihand ku balafirên şer yên Rûsî li Sûriyê şerê rêxistina DAIŞê dikin ji bo parastina welatiyên Rûsiya yê ji terorê .
Medfîdîf herweha got mixabin Rûsiya ezmûneke baş di şerê terorê de tune ye , lewma dibe em li derveyî sînorê welatê xwe şerê terorê bikin ji bo parastina welatiyên xwe.
Medfîdîf tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kirîza Sûriyê di riya giftigoyên di navbera opozisyon û rêjîma Sûriyê de kir û got dibe opozisyon û rêjîm li ser mêzekî bi hevre giftigoyan bikin ji bo pêşinyara li ser pêşeroja Sûriyê deynin .
ji 30ê Îlonê ve balafirên Rûsya bo cara yekem operasyonên xwe yên emsanî di nav axa Sûriyeyê de dest pê kirin û di van herçar rojan de wan balafiran nêzîkî 20 oporasyonên asîmanî li Sûriyê pêkanîne .
Helepçe Sedûn
