Li Nisêbînê 2 welatiyê bêguneh li ser destê polîsan hate kuştin

Li Nisêbînê 2 welatiyê bêguneh li ser destê polîsan hate kuştin

Rojava News: Li Bajarê Nisêbînê Şahîn Turan ê bi motorsîklêta  xwe ve digeriya û kurdekî 50 salî ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

 

Li kolana Azîzoglu ya taxa Yenî Turanê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ciwanê bi navê Şahîn Turan ê 27 salî dema bi motorsîkleta xwev e digeriya ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin.

 

Herweha li gor agahiyan: li Nisêbînê di dema îlankirina qedexekirina derve li wê navçeyê   kurdekî 50 salî yê bi navê Ahmet Sonmez li ber deriyê mala xwe rastî êrişek çekdarî hat.



Hat gotin Ahmet Sonmez  di cih de jiyana xwe ji dest da û welatiyên bi navê Musa Akçin yê 75 salî jî birîndar bû.

 

10:10:00