2 çekdarên DAIŞ li Hesekê hatin kuştin

2 çekdarên DAIŞ li Hesekê hatin kuştin

Rojava News :Hat zanîn ku 2 çekdarên rêxistina DAIŞê li devera Om El-Xêr li gundewarê Hesekê hatin kuştin û hejmarek birîndar ket di encama teqîna mayînekê bi otombîla wan ku ew mayîn wan berya niha çandibûn.

Duh,Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan ragihand ku di encama şerekî dijwar di navbera YPGê û çekdarên DAIŞê de hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çend şervanên Kurd jiyana xwe jidest dane.

Çiyayê Homanê(Ebdilezîzê) yê li nêzîkî bajarê Hesekê wek navendeke leşkerî giringiyek stratejîk heye û  him YPGû him DAIŞ hewl didin wê cihê stratejîk di kontrola wan de be da ku bikaribin herêmên derdorê bixin bin desthilata xwe.

Kurdo Sorkî