Rojava News :Hunermenda bajarê Efrînê Dilyan Cafo li ser vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bo nava Kurdistana Sûriyê ji rojnameya Kurdistan re got":Ez gelekî dixwazim ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên qehreman derbasî nava xaka welat bibin û parastina jiyana hemwelatiyan bikin. Ji mafê Pêşmerge ye ku parastina perçeyekî Kurdistanê bike, ji ber ku ew hêz hêza parastinê ya Kurdistanê ye li her çar perçeyan û ew milkê hemû mirovekî Kurd e."
Dilyan Cafo wek gelek hunermendan piştevaniya xwe ji bo Pêşmerge anî ziman û got:"Ez piştevaniya Pêşmergeyên qehreman dikim, Kurdistan milkê her Kurdisteniyekî ye û nabe aliyek tenê ji xwe re bibe, yan xwe li ser ferz bike, berya demekê min di wêneyekî xwe de aleya Kurdistanê hildabû û li ser nivîsandibû (Erê ji bo derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê), dibe ku ev yek nîşana dilsoziya min ji bo Pêşmergeyên me be."
Hunermenda Kurd, Dilyan Cafo piştgiriya xwe bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de anî ziman û daxwaza yekrêziya gelê Kurd kir û got:" Bila bi aqil em fikr bikin, delîveyeke pir mezin û zêrîn li pêşiya Kurdan e û divê em sûdê ji vê yekê bibînin û vê delîveyê beravêtî nekin, divê gelê Kurd bibe yek û nakokiyên xwe hilîne û bide aliyekî, ji ber ku em vê yekê nekin dê her tiştekî mayî jî winda bikin. Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê divê derbasî Kurdistana Sûriyê bibin û mil bi milê hemû Hêzên Kurdî yên li wir şerê DAIŞê bikin û parastina jiyana Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bikin.
Di şerê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de li dijî çekdarên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şamê DAIŞê, hunermendên Kurd bi awayên cuda piştgiriya xwe bo Pêşmergeyan tînin ziman.
Dilyan Cafo, hunermendeke bajarê Efrînê ye, ku di sala 1992an li Şama paytext ji dayik bûye û li Şamê beşdarî gelek konsêrt û festîvalan bûye.
Cafo di maleke hunerî de xwedî bûye, ku di sala 2009an de ligel malbata xwe koçberî welatê Dînemarkê bûye.
Kurdistan- Zêwa Remezan
