RojavaNews :Hêzên hevpeymaniya navnetewî yên di bin rêveberiya Amerîkayê de li Sûriye û Iraqê çend êrişên asmanî li dijî rêxistina DAIŞê pêk anîn.
Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina DAIŞê ragihand duhî li Sûriyeyê balafirên şerî yên hêzên hevpeymaniyê 6caran navendên DAIŞê dan ber bombeyan.
Hat gotin balafiran 3 êriş derdora bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê, pêk anîn û di encamê de yekîneyên taktîkî, navend û otombîlên rêxistine DAIŞê hatin bombebarankirin.
Herwiha hat gotin hevpeymaniyê li Iraqê jî 10operasyon li dijî DAIŞê pêk anîn.
Nalîn Hesen
