Rojava News: Rêveberiya Perwerdeya Hesekê ya bi ser rejima Sûriyê biryar da ku; Li Hesekê polên hîndekariya seretayî 1-2-3 li 9 dibistanan pêviste bêne girtin û mamoste û xwendekarên wan derbasî dibistanên ku ji aliyê rejime ve hatine destnîşankirin bibin.
Di derbarê vê de mamosteyekî hemen dibistanan ji Dêrikê ji Radiyo Rojava News re ragihand ku; “Rêveberiya Perwerdeya Hesekê ya bi ser rejima Sûriyê ji me re biryara ku stendinê eşkerekirin, li gor vê biryarê li 9 dibistanên Hesekê nabe mamosteyî ji polên 1, 2, 3ê re bikin û nabê zarok li wir hîndekariya seretayî bibin.”
Herweha heman çawakaniyê got; “Bedêlî wan 4 dibistanên rejimê hatine destnîşankirin ku hem mamoste hem jî xwendekar piştî nîvro li wan deveran dewam bikin.”
Hêjayî balkişand ser wê yekê ku; “Ji me re hatiye gotin, eger hûn dewamî wan dibistanê din bikin wê berpirsiyarî li ser milêwe bê û wê di derbarê we de peyketin bê kirin.”
Li gor heman çawkaniyê; Piştî Herêmên xweser yên bi ser PYDê biryara xwe eşkere kir ku li hemen dibistanan wê polên 1, 2, û 3ê dê bi zimanê Kurdî hîndekariya seretayî bê kirin, Rêveberiya Perwerdeya Hesekê ya bi ser rejima Sûriyê jî ev biryar redkiriye û beranber vê yekê helwesta qedexekirina hîndekariya seretayî li 9 cihan ragihandiye.
Li gor wî mamosteyî wê siba 7ê cotmehê biçin dibistanên ku hatine destnîşankirin ji bo dewam bikin, lê nizanin ka vê zarokên polê 1, 2, 3ê amade bibin yan na.
Sinem Bakir
11:44:05
