Rojava News :Çekdarên PYD duh li bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê dest danîn ser mala welatiyekî ji bajêr û ji ber wê jî xwedana malê rastî masûlkeya dil ango Kirîza dil hat.
Jêderkî taybet ji Rojava News re got ku Asayîşa PYD mala welatiyekî li taxa Qenat Elsiwis li bajarê Qamişloyê dorpêç kir û çekdarên xwe li ser wê malê belav kirin û ji xwe re kirin xaleke leşkerî , û ji ber wê jî xwedana malê rastî masûlkeya dil ango Kirîza dil hat û ew ji bo nexweşxaneyekê hate veguhestin.
Tê zanîn ku PYD beriya demekê biryarek derxistibû ku tedê hatibû ku ji mafê wan e ku dest deynin ser malên wekatiyên ku ji rojavayê Kurdistanê koçber bûne, lê ew mala ku duh asayîşa PYD dest daniye ser xwedanê wê koçber nebûne.
Nalîn Hesen
