Rojava News: Roja 6ê Cotmehê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta agahdarbûna ji karubarên Akademiya Serbaziya Zaxo û rewşa xulên serbazî û bi taybetî jî yekem xula pêgihandina efserên jin serdana Akademiya Serbaziya Zaxo kir.
Di vê serdanê de Barzanî di rêwresma pêşandana serbaziya efserên jin de amade bû. Piştre li gel fermande, mamoste û serpereştyarên Akademiyê û xula taybet bi efserên jin civiya. Di civînê de ji nêzîk ve agahdarî naveroka xulên Akademiyayê bû, şîret û rênimayiyên pêwîst ronî kirin.
Barzanî xweşhaliya xwe jî bi amadehiya hejmareke keç ya beşdarbûna wan ya li xula serbazî ya pêgihandina efseran de nîşan da û ji bilî balkişandina li ser rola jinan tekez li wê yekê kir ku keç jî pêwîste mil bi milê kuran bi zanista serbazî bêne perwerde kirin bo ku beşdarî bergirîkirina welatê xwe bibin û her wiha divê pîşana cîhanê bidîn ku me civakeke vekirî heye û cudahî li nav keç û kuran tuneye û bi ti awayekî keç ji kuran ne kêmtire.
Barzanî ev jî ronî kir ku piştî derçûna wê hejmara xwendekarên keç, erkekî mezin dikeve li ser milên wan û divê keçên me eve biselmênin ku li paşarojê de rola wan ji kuran zêdetir dibe
Dema wêneya Pêşmerge û keçên me li bereyên şer li vir û li Kobanê di medyayan de dihate dîtin, moral û hîmeta xelkê Ewrupayî jî bilind dikir. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amadebûna xwe da nîşan, ku bi hemû awayekî di Akademiya Serbazî de ew piştgiriya vê xula pêgihandina efserên jin dike.
Hêjayî gotinêye bi mebesta girîngîdana bi rola jinan ya li bergirîkirina welat û perwerdekirina wan bi zanista serbazî ya serdemî, ev yekemîn xula pêgihandina efserên jinan bi beşdariya 202 keç li Akademiya Serbaziya Zaxo nêzîkî çend meheke destpêkiriye û di meha Nîsana sala bê de bidawî dibe.
09:32:40
