Neşet Zaza: Operasyonên Rûsya li Sûriyê ji bo bihêzkirina Esed e

Neşet Zaza: Operasyonên Rûsya li Sûriyê ji bo bihêzkirina Esed e

Rojava News :Endamê Mekteba Siyasî ya PartiyaDemokrat a Kurdistan-Sûriya PDKSê Neşet Zaza got ku operasyonên asmanî yên Rûsya li Sûriyê armanca wan dirêjkirina dema desthilata Esed e û kontrolkirina hin bajaran ji aliyê wî ve.

Zaza ji programa "ARK" lêzêde kir û got: Armanca operasyonên asmanî yên Rûsya li Sûriyê yên ku rastî hêzên opozîsyona dijberya mînrew tên, tenê ji bo ku dema desthilata Esed were dirêjkirin di rêya lawazkirina artêşa azad û ketîbeyên ku şerê rejîmê dikin.

Zaza destnîşan kir: Rûsya bi vê yekê tekez dike ku ew şirîkê Esed e di kuştin û topbarankirina ku li Sûriyê çê dibe, gelek sivîl têne kuştin û divê Rûsya cudahiyê bixe di navbera opozîsyona mînrew û rêxistinên terorîst.