Îro çaremîn slavegera Şehîd Mişel Temo ye

Îro çaremîn slavegera Şehîd Mişel Temo ye

4:40:54 PM

RojavaNews-Qamîşlo:Di şoreşa Sûriyê de û piştî ku çirîskên şoreşê gihan bajar û bajarokên rojavayê kurdistanê , gelek xetîrên azadiyê oxir ji kurdan xwestin , yek ji wan siyasetmedarê KUrd Meşel Temo bû .

Meşel Temo ji dayikbûyî bajarê Dirbêsiyê yê rojavayê kurdistanê bû di sala 1957an de ,

Meşel bavê 4 kur û 2 keçaye û derçûyê kolîja endizyariya çandiniyê bû.

Meşel di salên 90î de dest bi karê siyasî kir , ku destpêkê tevlî refên partiya yekîtiya gelan a kurdî bû û 2o sala kar di wê partiyê de kir .

Di sala 1999 meşel bi çend çalakvanan re komîtên vejandina civaka sivêl li Sriyê û Platforma Celadet Bedirxan a rewşenbîrî damezrandin .

Di sala 2005an de û piştî serhildana Qamişlo , Meşel partiya şepla pêşeroj a kurd li Sûriyê damezrand .

Pakrewan Meşel temo û ji ber çalakiyên wî yên rewşenbîrî û siyasî di 15 tebaxa sala 2008an de ji aliyê rêjîma Sûriyê de hat girtin û ew bi 3 salan hat dadgehkirin .

Di despêka şoerşa Sûriyê de û piştî ku xwepêşandan li deverên Kurdî derketî rêjêma Sûriyê di Hizêrana sala 2011an de Meşel Temo ji zîndên xwe derxist , weku hewlekî ji bo ku wan xwepêşandanan sist bike .

Meşel bi coşeke gerim ji aliyê xelkên bajarê Qamişlo ve hat pêşwazikirin û roja serbestberdan wî bû rojeke nû di dîroka şoreşa Sûriyê de .

Piştî serbest berdana Meşel ew tevlî şoreşa Sûriyê bû û bû endam di encumena niştîmanî ya Sûriy de .

Hewlên rêjîma Sûriyê hat şikandin û êdî Meşel temo bû cihê metirsiyê li ser rêjîmê û bi taybet ku ew bû pêşeng ji ciwanên kurd re û gelek ciwanên rojavayê kurdistanê li dewr û berê wî civiyan .

Di 8 êlûna sala 2011an de Meşel tuşî hewlekî kuştinê hat lê di roja 7 cotmeha heman salê de dîsa Meşel Temo rastî êrîşeke Kuştinê hat di dema ku Meşel û hin hevalên xwe li malekî li bajarê qamişlo bûn  ,ku 4 kesnê nenas êrîşî wê malê kirin û meşel kuştin herweha kurê wî marsêl û çalakvana kurd Zahîda reşkêlo birîndar kirin .

Nûçeya terorkirina Meşel Temo tevahiya bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê hejand ku di şeva kuştina wî de bi dehê hezaran welatiyan li Qamişli û Amûdê xwepêşandan li darxistin û peykerê serokê berê yê rêjîma Sûriyê Hafiz El-Esed rûxandin .

Roja piştî terorkirina Meşel Temo nêzîkî 50 hezar xelkên bajarê Qamişlo , Amûdê û Dirbêsiyê derketin merasîmên bi xak sipartina Meşel , lê ew mersîm bûn xwepêşandan û dengê banga rûxandina rêjîma Esed li ser xwepêşanderan derket .

Pakrewan Meşel Temo weku gelek hilgirên xetîra azadiyê di şoreşa Sûriyê de bû qûrbanê azadiyê û heta niha jî kujerê wî nediya re .

Helbçe Sedûn