Rojava News: Zarokekî ji gundewarê Efrînê dema hewl di da ku ji Bakurê Kurdistanê vegere Rojavayê Kurdistan li ser sînor ji aliyê cendermeyên Tirk ve rastî îşkenceyê hat. Di encamê de zarok bi giranî birîndar bû.
Zarokê bi navê Remezan Mihemed (15) salî yê ji gundê Çeqmaqa yê girêdayî navçeya Reco ya Efrînê, dema hewl dida ji Bakurê Kurdistanê derbasî Efrînê bibe, li ser sînor li nêzî gundê Şêx Hemzê yê girêdayî navçeya Bilbilê ji aliyê leşkerên Tirk ve rastî îşkenceyên hovane hat û di encamê de bi giranî birîndar bû.
Cendermeyên Tirk piştî ku zarok bi giranî îşkence kirin avêtin aliyê sînorê Efrînê.
Gundiyên deverê zarok birin nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê.
