Qamişlo: PYDê daxwaza muletê ji xudanê dukanan dike

Qamişlo: PYDê daxwaza muletê ji xudanê dukanan dike

Rojava News :Duh, li bajarê Qamişlo Şarederiya bi ser partiya PYDê ve daxwaz ji xudanê dukanên pêşesaziyê kirin ku muletê ji şarederiyê wan  werbigirin û eger ew moletê wernegirin wê rastî cezayê pereyan bên kirin.

Jêderkî taypet ji Rojava News re got:" Şarederiya bi ser partiya PYDê ve Duh, li bajarê Qamişlo daxwaz ji xudanê dukanên pêşesaziyê kirin ku muletê ji şarederiyê wan  werbigirin û eger ew moletê wernegirin wê rastî cezayê pereyan bên kirin û tnê 48 demjimêr dane xudanên dukanan ku moletan  werbigrin".

Her li gorî wî jêderî PYD ta  muletê radestî xudanên dukan bike, dibe ku  20 hezar ta 50 hezar leyreyên Sûrî werbigre, û di heman demê de rêjîma Esed jî li ser xudanê  dukanan ferz dike ku muleta rêjîmê werbigrin û ev yek dibe sedema dil giraniya xudanên dukanan û nerazîbuna wan ji biryarên PYDê .

Nalîn Hesen