Hesekê....şer û pevçûn li çiyayê Homanê berdewame

Hesekê....şer û pevçûn li çiyayê Homanê berdewame

Rojava News :Şer û pevçûn di navbera YPGê de û terorîstên DAIŞê li rojavayê gundewarê bajarê Hesekê berdewamin

li gor agahiyên hatine bidestxistin, ji duh ve şer û pevçûn li derdora çiyayê Homan angu çiyayê Ebda lEzîzê di navbera YPGê de û terorîstên DAIŞê de berdewam dikin û di encama wî şerî de kuştî û birîndar  di navbera herdu aliyan de derketin lê ta niha hejmara kuştî û birîndaran ne hatiye zanîn.

Ji alîkî din ve duh êvarê balafirên şer yên rêjîma Esed êrîş birin ser bingehên DAIŞê li bajarokê Şedadê û derdOra wê û di encam de embareke çekan û çend otombîl û ofîseke rêxistina DAIŞê hat ji nav birin herweha zêdetrî 7 teroristî hatin kuştin.

Nalîn Hesen