Rojava News :Roja 8-10-2015e Pêşmergeyekî rojavayê kurdistanê ji aliyê rêxistinên navdewletî ve hat xelatkirin.
Beriya dû rojan li bajarê Hewlêra paytext pêşmergeyê rojavayê kurdistanê yê bi navê "Minyar Bonciq" ji aliyê rêxistina Lêborîna Navdewletî herweha ji aliyê Tora Rojhilata Navîn Ya Mafên Mirovan ve hat xelatkirin.
Di mearsîmên wê xelatkirinê de hejmarek ji nûnerên rêxistinên mafperwerî, heweha bavê Alan Kurdî, û nûnerê serokê Herêma Kurdistanê Hilgurt Barzanî û kesayetyên rewşenbîrî û civakî û hejmarek ji pêşmergeyên rojavayê kurdistanê amadebûn.
Minyar Bonciq ragihand ku ew xelata xwe diyarî serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî dike ji ber karên Barzanî di xizmeta mrovahiyê de.
Minyar Bonciq Pêşmergeyekî Rojavayê Kurdistanê ye, û xelkê bajarê Qamişlo ye û birayê pêşmergeyê şehîd Ahmed Bonciq e
Nalîn Hesen
