Di teqina Enqera yê : herî kêm 30 şehîd bi sedan birîndar!

Di teqina Enqera yê : herî kêm 30 şehîd bi sedan birîndar!

 

Rojava News: Li paytexta Tirkiyê, Enqere, teqînek bihêz çêbû. Tê gotin herî kêm 50 kes şehîtbû ye, û bi sedan jî birîndar bûne.

 

Sendîka û rêxistinên KESK, DİSK, TMMOB û TTB’ê “Mîtînga Aştiyê” li qada GAR’ê ya Enqereyê meydana Sihhiyê  pêk anî. Di mîtîngê de 2 teqîn li pey hev pêk hatin ku, tê pêşbînikirin ji aliyê xwekujan ve pêk hatiye.

 

Li gorî çawkaniyekê ku ji rojava News re gotiye;  Li Enqerayê meydana Sihhiye yê girsê ya xwepêşindaran di meşiya û  pankartên “helbesta herî xweş aştî ye”, “Ji şer re na, li dijî faşîzmê berxwedan”, “Herikîn heye, ber bi aştî û azadiyê ve” vekirin û meşiyan Qada GAR’ê. Dîsa koma pankarta Haci Lokman Bîrlîk rakiribûn bi kurdî, tirkî, ermenî aştî xwestin. Di saeta ku girse dimeşiya qada GAR’ê û kom di bûn pêşî 2 teqînên mezin û piştre jî teqînek biçûk pêk hatin. Di teqînê de zêdeyî 100 kesan birîndar bûn û herî kêm 30 kes mirin.”

 

Li gor heman çawkaniyê gotiye “Teqîn li nêzî korteja ku bêtirî xwe Kurd dimeşîyan rû da ye.”

 

Şahîdê buyerê jî herweha gotin teqîn li nêzîkî korteja HDPê û yê ku beşdarî mitînga “Aşîtî ked û demokrasî” bû ne rû daye.

 

Rakirina birîndar û cenazeyan a nexweşxaneyan berdewam dike, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar bedenên wan perçe bûne û li erdê hatine dirêjkirin.