Barzanî: Divê pêşiya vê aloziyê bê girtin

Barzanî: Divê pêşiya vê aloziyê bê girtin

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, derbarê rûdanên Qeladizê de rênimayiyeke lezgîn ji bo hemû sazî û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê weşand û xwest ku pêşiya van rûdanan bê girtin.

 

Rinamaya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di malpera fermî ya serokatiya herêmê de hate weşandin.

 

Di rênimayê de hate gotin: ”Di derbarê rûdanên çend rojên derbasbûyî û alozî û pevçûnên li bajarê Qeladizê, ji bo hemû dam û dezgehên Herêmî û Emnî û Kargêrî û Hizbiyên Herêma Kurdistanê, rê nedin ew girjî û alozî pêş bikevin û cihên din jî li xwe bigre û dezgehên peywendîdar jî dan bi xwe da bigrin û hemû rêyek ji bo aramkirina rewşê li ber bigrin.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku ewên berpirsên van rûdanane li gor yasa muamele li gel wan da bê kirin û ew bi xwe berpirsin ji encama kirdarên xwe.