Hesekê.. Balafirên hevpeymaiyê li DAIŞê dan

Hesekê.. Balafirên hevpeymaiyê li DAIŞê dan

Rojava News :Balafirên hevpeymaiya navdewletî çend êrîş li derdora bajarê Hesekê encam dan û gelek ziyanên madî gihişte rêxistina DAIŞê.

Li gorî zanyariyên Rojava News ,Duh balafirên hevpeymaiya navdewletî  li derdora gundê Tilbarod yê ku dikeva başûrê rojavayê Hesekê li DAIŞê dan û 3 otombîlên wê rêxistinê wêrankirin ku yek ji wan otombîlan gelek çek hilgitbû.

Herweha balafirên navborî êrîşek din li derdora gundê Seba Siqor pêk anî û dengê teqîneke bihêz ji wê deverê hate bihîstin lê encamê wê êrîşê nehate zanîn.

Tê zanîn ku beriya demeke kurt heman balafiran rêbendeke DAIŞê li gundê Om Hêcire ku dikeve rojavayê Holê de bombebaran kirin û ew rêbend bi yemamî hate jinavbirin.

Nalîn Hesen