RojavaNews :Çekdarên YPG yên bi ser partiya PYD de,duh li Girê Spî 28 girtiyên ku têkiliya wan li gel DAIŞê hebûn, serbest berdan.
Li gorî zaniyaryên RojavaNews, ku duh li bajarokê Girê Spî yê rojavayê Kurdistanê, YPG 28 kesên ku bi tohmeta têkiliya wan li gel DAIŞê hatibûn gitin, serbest berdan.
Ew kes serbest hatin berdan bi hinceta bihêzkirina biratiyê û pêkvejiyanê di navbera pêkhatên li wê deverê.
Tê zanîn ku di meha Îlona borî de YPG li Kobanî bi dehan girtiyên ku têkiliya wan li gel DAIŞê hebûn, serbest berdan.
Nalîn Hesen
