Rojava News: Îro (12-10-2015)gelek hêzên leşkerî yên Şoreşger yên li Sûriyê, hêzeke nû ya bi nave Hêzên Sûriyeya demokratîk avakirin. Armanca wan hêzan avakirina Sûriyeyeke domokratîke ku tê de hemû hemwelatî bi azadî, wekhevî û bi rûmet bijîn e.
Çavkaniyeke taybet di derbarê wê de ji Rojava News re ragihand ku; Gelek hêzên Leşkerî yên li Sûriyeyê ku bi şoreşgertiya xwe tên naskirin û ji Kurd, Ereb, Suryanî û ji pêkhateyên din yên Sûriyeyê pêk tên, Hêzên Sûriyeya demokratîk, ava kirin.
Li gorî heman çavkaniyê navên hêzên leşkerî yê Hêzên Sûriya Demokratîk ava kirine evin: “Koalisyona Erebî Sûrî, Artêşa Şoreşgeran, Hêzên YPG/YPJ’ê Odeya Çalakiyan ya Burkan El-Firat, Hêzên El-Senadîd, Kombûna Tugeyên Cizîrê, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî” ne.
Heman çavkaniyê destnîşankir ku armanca wan hêzan avakirina Sûriyeyeke demokratîk e ku tê de hemû hemwelatiyên wê bi azadî, wekhevî û bi rûmet bijîn.
Li gorî Çavkaniyê; Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê di demjimêrên pêş de derbarê mijarê de daxuyaniyekê bidin.
Sinem Bakir
