Qamişlo: Bi teqîna matorê 2 şehît û 5 birîndar

Qamişlo: Bi teqîna matorê 2 şehît û 5 birîndar

Rojava News: Beriya niha bi demjimêrekê li bajarê Qamişlo matoreke bombekirî li taxa Kornêj  Filkeya El Xelîç  bi asayişa bi ser PYDê ve hat teqandin, di encam de  2 endamê asayîşê şehît bûn, 5 jî birîndar bûn.

 

Hat zanîn bi wê teqînê tîma  pagerî ya bi ser asayîşa PYDê li hemen  Filkeya El Xelîç  kiribûne ermanc.

 

Di encama teqînê de 2 endamê asayîşê şehît bûn 5 endamê wê jî birîndar ketin.

 

Li gor zanyariyên hatine wergirtin teqînê ziyaneke mezin daye froşgehên derdorê cihê buyerê jî.

 

Asayişa bi ser PYDê  ji bo ku lekolînkirina buyerê dever  xiste bin kordona ewlekariyê.

 

Sinem Bakir