Rojava News :Werzê komkirina berhemê Zeytûnan li Efrînê dest pê kir û PYDê nêzîkî hezar karkirên Ereb anî deverê daku berhemê Zeytûnan kom bikin ji ber ku ciwanên kurd di deverê de nemane.
Li gorî malpereke nêzîkî PYDê ku ji destipêka werzê komkirina berhemê Zeytûnan li Efrînê û ta niha 900 welatiyên Ereb di rêya asayîşa wan re derbasî devera Efrînê bûne daku bi karê danheva berhemê Zeytûnan bikin.
Her li gorî malpera PYDê ku asayîşa wan navên kesên ku derbasî deverê dikin dinvîsinin ku piranya wan ji gundewarên bakurê Helebê ne.
Tê zanîn ji ber yasaya leşkeriya neçarî û fişarên PYDê û hêzên wê yên çekdar li ser welatî û ciwanên Efrînê bi hezaran ciwanên Efrînê reviyane bakurê Kurdistanê û Turkyê û welatên Ewrupayê.
