Fesla Yûsif: Paşeroja zarokên Kurdan di metirsiyê de ye

Fesla Yûsif: Paşeroja zarokên Kurdan di metirsiyê de ye

Rojava News: Fesla Yûsif cîgira serokê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê got ku paşeroja zarokên Kurdan di metirsiyeke mezin de ye, eger rêveberiya PYDê rêbaza xwe ranewestîne.

Fesla Yûsif di lêdwanekê de bo "ARK" destnîşan kir ku rêbaza PYDê tirsê di dilê zarok û malbatên wan de diçîne, ji ber vê yekê dê xelkê mayî jî koçber bibin, da ku paşerojeke baş ji zarokên xwe re dabîn bikin.

Cîgira serokê ENKS lêzêde kir û got:"Encumena Niştîmaniya Kurdî ti carî ne li dijî zimanê Kurdî bû, û encumenê gelek kar di vê derbarê de kirine, û tekez li ser fêrbûna zimanê Kurdî dike, lê ne bi vî şêweyî ferzkirî.

Kurdo Sorkî