Rojava News :Di roja 13ê Cotmehê de Artêşa Elfeth ya bi ser opozisiyona Sûriyê ve hejmarek girtên kurd ji zindana Edra li gundewarê şamê serbest berdan.
Mostefa Osê ku yek ji mirovên ew kesên ku serbest hatin berdan ji Rojava News re got beriya du rojan artêşa Elfeth her yek ji Xidir Misilm û kurê wî Azar Misilm yê temen 15 salî û Mehmod Misilm û Îbrahîm Osê ji zindana Edra serbest berdan.
ev girtî kurd ji bajarê Kobanê ne ku beriya mehekê li ser karê wan li devera Edra ji aliyê rêjîma Esed ve hatbûn girtin, û niha zindana Edra û derdora wê ketiye destê wê hêza opozisiyonê de.
Nalîn Hesen
