Rojava News: Zarokekî kurd ê êzîdî, yê ku par havîn piştî êrişa DAIŞê li ser devera Şingalê ketibû destê çekdarên wê rêxistinê, ji nav destê wan rizgar bûye.
Zarokekî kurd ê êzîdî, ku par havînê ketibû destê DAIŞê, ji aliyê çekdarên wê rêxistinê de fêrî şer û kuştinê dihat kirin lê wî zarokî kariye xwe ji nav destê wan rizgar bike.
Ew zarokê êzîdî, ku nexwest nav û rûyê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re dibêje ku çekdarên DAIŞê li ber çavên wan serê mirovan dibirrîn û bi saxî dişewitandin…
Ew her wiha behsa wê yekê jî dike ku DAIŞê ew fêrî serjêkirina mirovan dikirin: “Satûr didan destê me digotin wisa bibirrin!”
Ew zarokê êzîdî bi hinek hevalên xwe re firsenda revê dibînin û ji nav destê DAIŞê direvin, malbata wî jî bi rêya malbateke misilman rizgar dibin…
10:05:21
