Di 24 saatan de 40 êrîş li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn

Di 24 saatan de 40 êrîş li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn

Rojava News: Nûnerê Wezareta Parastinê ya Rûsî Îgwêr Koneşînkof diyar kir ku balafirên şer ên Rûsî di 24 saatan de 41 êrîşên hewayî li Sûriyê pêk anîne. Ji wan êrîşan 40 li dijî xalên çeteyên DAIŞ’ê pêk hatine.

 

Nûnerê Wezareta Parastinê ya Rûsî Îgwêr Koneşînkof  ji ragihandinên Rûsû yên herêmêî re axivî û destnîşan kir ku di 24 saatên derbasbûyî de balafirên şer ên Rûsî 41 êrîşên hewî li sûriyê pêkanîne. Hate ragihandin ku di encama bombebarankirinê de li nêzî parêzgeha Helebê navendên çeteyên DAIŞ’ê yên ku tê de madeyên teqemeniyê ji bo êrîşên xwekujiyê  dihatin çêdikirin, hatine rûxandin.

 

Îgwêr Koneşînkof   daxuyakirin ku balafirên şer ên Rûsî di êrîşên xwe yên hewayî de binesaziya çeteyên DAIŞ’ê li Helb, Idlib, Laziqiyê, Hema û Dêre Zorê hedef girtine.

 

10:17:01