Rojava News: Duh rêxstina terorîst ya bi navê DAIŞê gundekî Kurdan li Bakûrê Helebê kontirol kir
Li gorî zanyariyên Rojava News, duh sibehê şerekî dijwar di navbera terorîstên DAIŞê û çekdarên artêşa Elşam ku ew jî girûpeke îslamî ye û bi ser opozisiyonê ve derket û di encam de DAIŞê dest danî li ser gundê Îhris yê gundewarên Helebê û ji ber wê jî xelkê wî gundî derbederî Efrîn bûn.
Li gorî wan agahiyan ku rêxistina DAIŞê hewl dide gundê Misqan yê dikeve rojavayê gundê Îhris kontirol bike ta ku ew bighin deriyê Bab Elselame yê sinorî
Gundê Îhris girêdayî bajarokê Ezaz ve û neşteciyên wê Kurdin û hejmara wan derdora 4 hezar kes in û tenê 7 km dûrî sînorî devera Efrînê ye .
Hejayê gotinê ku ev derdora 5 rojan e ku DAIŞê wê deverê bombebaran dike û gelek cihên giring li gundewarên Helebê yê Bakûr kontirol kiribû.
Nalîn Hesen
