Rojhilatê Kurdistanê.. Baxçeyek bi navê Alan Kurdî hate vekirin

Rojhilatê Kurdistanê.. Baxçeyek bi navê Alan Kurdî hate vekirin

Rojava News :Duh 16 Cotmehê Baxçeyek bi navê Alan Kurdî li rojhilatê Kurdistanê hate vekirin.

Li gorî çalakvanan ku di merasîma vekirina Baxçeyê Alan Kurdî , pêşangehek ku ji aliyê zarokên rojhilatê Kurdistanê hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin

Alan Kurdî roja 2ê Îlonê ligel dayika xwe û birayê li ser rêya Ewropayê di deryayê de xeniqîbûn. Terêmên wan li qeraxa deryaya Bodromê hat dîtin û awayê ku Alan tê de hat dîtin wijdanê her kesî li cîhanê hejand.

Nalîn Hesen