Rojava News: Belema koçberan ku di deryaya Egeyê de binav bû û di encamê de 17 mirin de hat zanîn 7 jê welatiyên kurdin .
Hat ragihandin ku, dohî li deryaya Egeyê belema koçberan ku dixwestin bi rêyên dereqanûnî biçe Girava Midîll ya Yûnanistanê binav bû.
Li gor agahiyan 17 kes xeniqîn 25 kes jî bi destê tîmên ewlehiya peravê hatin xilaskirin.
Piştî buyerê di lêkolînên hatin kirinde derket hole ku 7 kes ji wan kurdin û xelkê Rojavayê Kurdistanê ne ji bajarê Dêrikê devera Kelê ne.
Heta niha nave kesên bi nave Kemal Vanês, ji malbata Çeto hizana Çeto nazê û keça wî jî jiyana xwe ji dest dane.
Sinem Bakir
