ENKS piştgîriya alîkariyên leşkeriyên Amerîka bo YPGê dike

ENKS piştgîriya alîkariyên leşkeriyên Amerîka bo YPGê dike

Rojava News: Berpirsên siyasî yên  siyasî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) dibêjin, nakokiyên di navbera ENKS û TEV-DEM'ê de nabin asteng ku helwesta wan li dijî DAIŞ'ê ne yek be.

Derbarê alîkariyên leşkerî yên Amerîka ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hinek hêzên din de, rayedarên ENKS dibêjin, ew li dijî wê yekê dernakevin ku alîkarî ji YPG re biçin û ew hêvî dikin ku şerê li dijî DAIŞ bibe sedemeke yekrêziya siyasî û yekîtiya di navbera kurdan de.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (PDKS) Mihsin Tahir jî di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re got: “DAIŞ dijminê gelê Kurde û di bin navê Olê dixwaze kurdan tine bike û jinav bibe.”

Tahir herwiha diyar kir ku nakokiyên di navbera wan de çi dibin bila bibin, lê belê divê di şerê li dijî DAIŞ de hemû partî û aliyên Kurdî xwediyê yek helwestê bin.