Rojava News: Komela Melak ya xêrxwazî Li bajarê Efrînê navendek ji kesên kêm endam re vekir.
Rêveberê cîbecîkar yê wê pirojeyê Hisîn Yousif di lêdwanekê taybet ji Rojava News re ragihand ku piştî pêla koçberiyê li devera Efrînê gelek rewşên kerbûn û lalbûnê li deverê hatin diyarkirin bê ku navendek taybet hebe ji bo van kesên kêm endam li xwe bigre, û ev bo sedem ku em navendekî ji bo wan vekin.
Yousif herweha got ku ev navend wê ji aliyê pisporên civakî ve bi rêve here ku ta niha 2 pol ji wan kesên kêm endam re hatine amadekirin ku 75 kesan vehewîne û niha em kar li ser wê yekê dikin ku poleke din amade bikin ji bo em bikaribin di rojên bê de pêşwaziya nêzîkî 100 kesên din jî bikin û emê 1ê meha bê dest bi karê xwe bikin.
Nalîn Hesen
