Rojava News:Li bajarê Serê Kaniyê welatiyek di encama teqîna mayîneke DAIŞê de birîndar ket.
Li gor malpera fermî ya PDK-Sê, roja înê, welatiyê bi navê(Mehmûd Ibrahîm) di dema ku li ber pezê xwe bû, li gundê Qezqez li gundeawrê Serê Kaniyê, mayînek vedayî ku DAIŞê berya niha çandibû pêve teqiya û di encam de birîndar ket.
Tê zanîn, ku piştî derketina DAIŞê ji gelek deverên ku kontrol kiribû, gelek bombe û mayîn li dûv xwe hişt û di encama teqîna wan de, gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
