Jineke Kurd di parlemena Netewî ya Swîsreyê de cîhê xwe girt

Jineke Kurd di parlemena Netewî ya Swîsreyê de cîhê xwe girt

 

Rojava News: Hilbijartinên parlemena giştî ya Swîsreyê bi encam bû, surprayza herî mezin jina Kurd ya bi navê Sîbel Aslan bû ku di parlemenê de cîh girti bû.

 

Di dîroka Swîsre yê de cara yekemîne ku penaberek  di parlemenê de cîhê xwe digrê  ew jî jineke Kurde ya bi navê Sîbel Aslan bû.

 

Rexmê ku li Swîsreyê namzetê din bi mesrefe ke mezin ya kempanyayê riklama di  hilbijartinê de cîh girtibûn, Sîbel Aslan ji wan mafa bê par bû, û bi derfetê xwe û hewalên xwe reklama xwe kir,  û di hilbijartinê de bi serkeftî bû.

 

Li gor ku çawkaniyekê ji Rojava News re ragihandiye;  Sîbel Aslan di sala 1991a de ji bajarê Erzincanê ku eslê xwe Dersîmiye wek penaber çû  Swîsreyê.  li Swîsreyê ye, bi zimanê İngilîzî, Fransizî û Spanyolê perwerdê xwe temam kir, ji zaningeha Baselê destûryarî wergirt, di dezgeha ewlehi ya kantona Basel- Landschaft de parêzerî dikir.

 

Herweha hemen çawkaniyê got;  Sîbel Aslan ji aliyê xelkê Swîsre yê ve jî dihat nasîn dû dihat qebûlkirin.

 

Sîbel Aslan bi partiya Keskayî û parastina derûber Basta re tevdigere.

 

Sînem Bakir