Rojava News: Fêysel Yûsif: “Eger rêkeftina Dihokê were bicîhkirin, leşkeriya bi zorê were sekinandin û sîstema perwerdeyê jî were guhertin û girtina kesan bidin sekinandin dibê ku gavên erenî pêşbikevin.”
Serokê Partiya Çaksazî ya Rojavayê Kurdistanê û endamê serokatiya ENKSê Fêysel Yûsif ji Radyo Rojava re diyarkir ku; Heyeta Ewropî ya tevlî civîna ENKSê bû tevgerek sivil û ciwakiye. Guh didê demoqratiyetê û belavkirina wê, berî niha jî di heyva nîsane de hatin Qamişlo serdana me kirin, xwestin ku şandek ji me herî Cenevê, me wê demê jî ji wan re got em rêveriyeke hewbaş şirîkatiyeke tam dixwazin da em jî beşdarî TEV-DEMê bibin. Ji bo wê yekê jî me got bihevrebûna ENKSê û TEVDEMê girêdayî bi çareseriya arîşe û nakokiyên navbera wande li ser pirsgirêk û kiryarên Rojavayê Kurdistanê ye.
Fêysel Yûsif her weha anî ziman: “Pêviste berî her tiştî leşkeriya bi zorê were sekinandin, keç û xortê Rojavayê Kurdistan bi zorê nebin eskeriyê, herweha dev ji girtinên siyasî berdin û girtiyên siyasî ku hene serbest berdin, dîsa di ware perwerde û hin tiştê din de jî xwe hakim nekin, herweha bi avakirine ke Sûriye ya demokratîk re girêdayî bin da karibin berjiwendiyê gelê kurd jî biparêzin.
Hêjayî got; Biryara me ya Kongreya netewi ya 3 ya ewe ku rê li li ber danûstendina neyê girtin, em jî li gel parastina herêmên Kurdî bin, li ser vê esasê em danûstendina bikin, herweha girêdayî bin bi rêkeftina Dihokê bin ku me bi hevdurê bidestxistiye.
Fêysel Yûsif balkşiand ser wê yekê û got; Ji heyeta Ewropî ku yek jê jî Amrîkî bû re me got; Em zanîn gelek herêmên Kurdî ji aliyên gefên DAİŞê, rêxistinê din yê tundrew û yê rejimê de di bin metirsiyê de ne, em jî li gel mafên Kurda ne, lê belê ji aliyê din ve kiryarên ku têne meşandin astengiyan çêdikin wek leşgeriya neçar, wek sazkirina perwerdê herweha qedexa li ser ramanên siyasî rê li ber hevgirtinê digre. Lê em jî bi hêvî û bi daxwazin kû ev pirsgirêk bêne çareserkirin û em bi hevdûre di parastina herêmên Kurdî de cîh bigrin.”
Di navbera ENKS û TEV-DEMê de 22ê Cotmeha par li bajarê Dihokê bi rêveberiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî rêkeftinek bi nave “Rêkeftina Dihokê” hat îmze kirin.
Sinem Bakir
13:39:44
