PDK-S: Biryarên rêveberiya PYDê sedemên sereke ne ji koçberbûna xelekên Kurdistana Sûriyayê

PDK-S: Biryarên rêveberiya PYDê sedemên sereke ne ji koçberbûna xelekên Kurdistana Sûriyayê

Rojava News: Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK-Sê di ragihandineke xwe  de got ku biryarên ku rêveberiya ku nav lê tê kirin "rêveberiya xweser" derxistiye hişt ku ciwanên Kurd ji Kurdistana Sûriyê koçber bibin.

Malpera fermî ya partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya PDK-Sê ragihand ku Komîteya Navendî ya PDK-Sê civîna xwe ya assayî li paytexa Herêma Kurdistanê di navbera (16 -18)-10-2015an de lidarxist, ku têde rewşa siyasî li deverê û Sûriyê  bi giştî û rewşa Kurdî hate behskirin.

PDK-Sê bi awayekî berfireh li ser rewşa koçberiya ku niha li deverên Kurdî li Kurdistana Sûriyê  rû dide rawestiya, û da zanîn ku ew koçber gelek astengî têne pêşiya wan ji ber zehmetiyên riya koçberiyê.

PDK-Sê sedema vê pêla koçberiyê xiste stûyê  rejîma Esed di pileya yekê  de li tevahiya Sûriyê, û li ser koçberiya ku li Kurdistana Sûriyê çê dibe got:"Biryar û yasayên neberpirs yên ku rêveberiya ku nav lê tê kirin "rêveberiya xweser"derxistiye ku wan hişt ciwanên Kurd ji welat bar bikin, û deverên Kurdî vala bibin, her wiha vê yekê demogreafiya deverê ji berjewendiya rejîma Esed re guhert."

PDK-Sê bang xelkê koçber kir ku li welat û mal û milkên xwe vegerin û dazanîn ku divê şêweyên rawestandina diyardeya koçberiyê bê dîtin.