Rojava News: Duh rojava Çarşemê belmeke din ya koçberan di deryaya Egeyê de binav bû û di encamê de 40 xeniqîn ku 27 ji wan kurdin.
Jêderekî taybet ji Rojava News re got ku , duh di deryaya Egeyê belema koçberan ku dixwestin bi rêyên neyasaî biçe Giravên Yûnanistanê binav bû.
Li gorî wî jêderî, di encama wê bûyerê de 40 kes mirin ku 27 kes ji wan kurdin û ji Kurdistana Sûriyayê ne û 3 kesên din jî hatin rizgarkirin.
Hat zanîn ku ji wan 27 kesên kurd jinek li gel zarok xwe ku ji bajarê Amûdê ne û 16 kesên din jî ji malbatê Hadî ne ji bajarê Dirbisiyê yê Kurdistana Sûriyayê ne ku ji wê malbatê bi tevahî yek kes bi navê Masûm Hadî kariye xwe ji pêlên deryayê rizgar bike .

Nalîn Hesen
