Rojava News: Balafirên şer yên bi ser rêjîma Esed ve gundewarên bajarê Hesekê bombebaran kirin.
Rawangeha Sûriyayê ya mafên mirovan ragihand ku duh Balafirên şer yên bi ser rêjîma Esed ve li çend gundên ku dikevin başûrê rojavayê bajarê Hesekê li DAIŞê dan.
Li gorî rawangeha navborî, di encama wan êrîşan de hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn lê hejmara wan kuştiyan û birîndaran bi temamî nehatiye zanîn.
Nalîn Hesen
