31 sal li ser koça Seydayê Cegerxwîn derbas dibe

31 sal li ser koça Seydayê Cegerxwîn derbas dibe

Rojava News: Wek îro di sla 1984 an de Seydayê Cegerxwîn wêjevanê navdar çû berdilovaniya Xwedê û li dû xwe pitûkxaneyeke Kurdya zangîn hişt.

Kurtejiyana Cegerxwîn (1903-1984)

Ji malbateke gundî belengaz, helbestvanê kurd ê nûjen Cegerxwîn sala 1903  li gundê Hesarê yê ku dikeve Bakur hat dinê.Navê wî Şêxmûse kurê Hesenê Mihemedê Mehmûdê Elî ye.

Qey qederê wisa dixwest, ku Cegerxwîn jiyaneke zor û zehmet derbas bike, dema dê û bavê wî mirin û sêwî ma.

Vêca ji neçarî bû şivan û paleyî jî dikir. Lê Cegerxwîn zû bi zû ji vê rewşê derket û berê xwe da zanistiyê, li cem şêx û melan li zanînê geriya, dest bi xwendina feqetiyê kir. Heft heşt salan bi vî awayî xwendin tewa kir û (îcaza) xwe li cem Mele Fethule stand, piştre hinekî meletiya gundan kir. Du bûyerên mezin di herêmê de çêbûn, ev bûyer bûn sedemên guhertinê di kesetiya Cegerxwîn de, berê wî bi xurtî ber bi niştimanperweriyê de dan:

1- Cenga cîhanî ya yekem û tiştên jê veketin, mîna serxwebûna gelên bindestê tirkan û peymana taybet bo Bakur a ku bi navê (Sewr) tê nasîn û leystikên turkan dijî wê peymanê.

2- Heriftina şoreşa Şêx Seîd 1925ê û di pê re çavsoriya ku li gelê kurd kirin. Bikuştina hezarên şoreşgêran. Hema bi sedan ji wan şoreşgêran gihiştin Sûriyê.

Ewan şoreşgêran di sala 1927  de komeleyek bi navê Xoybûn saz kirin. Cegerxwîn tevlî vê komeleyê bû û bû yek ji endamên wê.

Di vê demê de Cegerxwîn dest bi nivîsandina helbestê kir û di kovara Hewarê de helbestên xwe diweşandin. Piştî serkeftina şoreşa Iraqê sala 1958 , Cegerxwîn derbasî Iraqê bû û li zankoya Bexdayê di beşa wêjeyê de xwend. Di sala 1963, ji naçarî dîsa vegeriya Sûriyê, ta sala 1979 û di wê salê de berê xwe da Siwêdê û li bajarê Stokholmê cîwar bû. Di 22 çiriya pêşîn de, sala 1984ê de. Li bajarê Stokholmê dilê wî rawesta û çû dilovaniya xwedê. Kesekî mîna cegerxwîn tekê zemanê xwe bû. Bi hiş û ramanê xwe, bi bîr û bawerên xwe, niştimanperwerekî bê hempa, di nêv miletekî nezan û perîşan de, ku bi sedê salan zilm û zordariyê dikêşe. Cegerxwîn ev rasteqînî baş dizanî, ji ber ku gelek bûyerên mezin di Kurdistanê de li ber çavên wî çêbûn, vêca giha encamekê ku, miletê di vê rewşa xirab de bijî, divê mirov bêhnê lê fireh bike, hin bi hin mirov wî bighîne baweriyên zanistî, girêdanekê di navbera wî û doza azadiyê de pêk bîne.

Lê carna bê hêvî dibû û digot: (gulek nake buhar) . Lê di dema niha de neviyên Cegerxwîn bîr û baweriyên wî di dilê xwe de çandin, û li ser rêça wî gavan tavêjin. Di dawî de em dikarin rastiya vê helbesta wî berbiçav bikin dema dibêje:

Meyger tu bîne ez li dinê her wekî fîl im

Şûva ku me ajotiye tovê xwe biçînin

Mizgîn li te be me tovê xwe çand û gelekî nêzîk ewê kat bide!

Berhemên Cegerxwîn

Helbest (şiir)

1- Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam

2- Dîwana duyem: Sewra Azadî, 1954 Şam

3- Dîwana sêyem: Kîme Ez? 1973 Beyrûd

4- Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû 1980

5- Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên Roja Nû19

6- Dîwana şeşem: Şefeq, Weşanên Roja Nû 1982

7- Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm

8- Dîwana hestem: Aştî, Weşanxana Kurdistan 1985 Stockholm

Ziman û Ferheng (Dil ve Sözlük)

1-Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda

2- Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda

3- Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda

Wergerên wî (Çevirileri)

Kurd. Basîl Nîkîtîn

Mînoriskî

Leyla û Mecnûn

Ûsiv û Zelîxe

Çîroka xortê îranî

Dewleta Mahabadê

Kêferat li ser Kurdistanê, Xalifîn

Baqismatê res

Dîrok (Tarih)

Çend Şoreşên kurdên kevnare

Destûra Kurdistanê

Dewleta Eyûbî li Yemenê

Tarîxa benî Eyûb perçê 1

Tarîxa benî Eyûb perçê 2

Tarîxa benî Eyûb perçê 3