Qamişlo.. welatiyekî kurd jiyana xwe ji dest da

Qamişlo.. welatiyekî kurd jiyana xwe ji dest da

Rojava News: Duh birûskek li nanxaneyekê li bajarê Qamişlo da û di encam de karkirekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidest xistin ku duh birûskek li serê bixêriya (anku Medxena) nanxaneyekê li bajarê Qamişlo da û di encam de alava ku nan jê dike  li ser pişte karkirê bi navê Nihad ket.

Li gorî heman zanyariyan , Nihad hate veguhestin bo nexweşxaniya niştîmanî ya bajarê Qamişlo lê ji ber rewşa wî ya xirab jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku di encama wê bûyerê da hemo têlên elktirîcê li nava wê nanxaneyê sewitîn û çend laşê çend karkiran bi sivikî sewitîn.

Nalîn Hesen