Rojava News: Çekdarekî Îranî ku ser bi hêzêb Besîcê yê girêdayî paswanên Îranê li bajarê Hesekê hate kuştin û ti zanyarî li ser kuştina wî nîne.
Malpera fermî ya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya li ser zarê Ajansa "Meşriq News" ragihand ku duh, roja çarşemê çekdarê Îranî yê bi navê "Rîza Damrodî" li bajarê Hesekê hate kuştin û heta niha kes nizane bê çawahatiye kuştin.
Ajansê di raporteke xwe de got:" Rîza Damrodî ji xelkê bajarê Sizewar yê girêdayî parêzgeha Xuresana Îranê û berya demekê tevlî hêzên Îranê yên ku berê wan didin Sûriyê da ku Merqa Zeyneb biparêzin bibû."
