RojavaNews :Asayîşa bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk ( PYD ) ve careke din dest bi helmeta girtina ciwanan ji bo leşkeriya neçar kir û bi dehan ciwan li bajarê Serê Kaniyê girtin.
Jêderkî taypet ji Rojava News re got ku duh, asayîşa bi ser PYD hejmarek ji çekdarên xwe li ser her yek ji devera pêşasaziyê, Berîd û hola Emîn li bajarê Serê Kaniyê belav kirin ta ku ciwanan bigrin bi behaneya leşkeriya neçar ya ku PYD û hin hevalbendên wê ragihandibûn.
Tê zanîn ku PYD berdewam e bi gitina ciwanan li Kurdistana Sûriyayê .
Nalîn Hesen
